Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDETIR DIBIN

 

Welatiyên Kantona Reqayê êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku Tirkiyê dixwaze destkeftiyên gelê herêmê têk bibe.

Her wiha tekez kirin ku heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê ziyanên gelekî mezin li dû xwe hêlane.

Tevî êrîşan û hedefgirtina sivîlan gelê herêmê dadikevin qadan û tekeziyê li ser mezinkirina asta berxwedaniyê dikin.

Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Meclîsa Jin Feyrûz Xelîl diyar kir ku armanca dewleta Tirk jinavbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Her wiha şêxê eşîra El- sebxa Mihemed El- Sûan got, çi dibe bila bibe ew ê dest ji şoreşê bernedin.