DEWLETA TIRK DI DEMA DAXUYANIYA PARTIYAN DE, ÊRÎŞ PÊK ANÎ
dewleta Tirk a dagirker dema ku partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina êrişan daxuyanî dida, êriş pêk anî.
Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta tirk li dijî herêmê, 33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê îro saet 10.00’an de li bajarê Qamişlo daxuyanî bida.
dema ku daxuyanî li Navenda Pêwendiyên Giştî ya li nêzî xeta trênê dihat dayîn, dewleta tirk êriş li dijî xeta tirênê pêk anî ku qasî 200 metre nêzî cihê daxuyaniyê ye.
Ji ber bombebaranê daxuyanî hîn temam nebû û beşdar neçar man belav bibin.