Kanala ROJAVA TV

GELÊN HERÊMÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cûda êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Xelkên herêmê dan zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina binesaziya herêmê, yasayên navdewletî bin pê dike.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 5’ê Cotmehê ve bê navber dewam dikin.

Xelkên herêmê jî ji bo şermezarkirina êrîşan, daxuyaniyên cûda dan.

Meclîsa navçeya Qamişlo bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî navendên xizmetê şermezar kir û soza mezinkirina asta berxwedaniyê da.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk a dagirker dixwaze aramiya herêmê têk bibe û xelkê resen koçber bike.

Her wiha hewl dide destkeftiyên şoreşê ji nav bibe.

Di dawiyê de Meclîsa bajarê Qamişlo tekez kir ku heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin û tola şehîdan hilînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şemezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî erêkirina hevpeymana Civakî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, dewleta Tirk a dagirker careke din binesaziya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hedef girt.

Her wiha hate gotin ku çiqas dewleta Tirk li dijî me êrîşan pêk bîne, ew tu carî dest ji xaka xwe bernadin.

Di heman çarçoveyê de, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelê herêmê koçber bike û demografiya herêmê biguherîne.