ŞÊNIYÊN FIRATÊ BI MEŞEKÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ BI BÎR ANÎN
Bi sedan şêniyên kantona Firatê li bajarê Kobanê daketin qadan û şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn.
Xwepêşandêran diyar kirin ku ew ê armancên şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn bi girseyî daketin qadan û daxwaza hesabpirsînê kirin.
Meş bi dirûşmeya “Komkujiya Parîsê berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO ye” ji qada Şehîd Egîd dest pê kir û li qada Jina Azad veguherî mitîngê.
Di mitîngê de axaftin li ser navê PYD’ê û Tevgera Çanda ya Firatê hate kirin. Axêveran diyar kirin ku armanca komkujiyê, tasfîyekirina tevgera azadiyê bû.
Meşvanan bê navber dirûşmeyên Bijî Berxwedana Jinên Kurd û hesabpirsîna ji kujeran berz kirin û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re piştrast kirin.
Welatiyên Firatê di dawiya meşê de tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û tola şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.