Kanala ROJAVA TV

LI MINBICÊ ROLA REWŞENBÎRAN YA DI NAVA CIVAKÊ DE HAT NÎQAŞKIRIN

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Minbicê ji bo nîqaşkirina rola rewşenbîran ya di nava civakê de, komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdariya nûnerên saziyan û rewşenbîrên Minbicê hat lidarxistin.

Di komxebatê de rola rewşenbîran ya di rêxistinkirin û xurtkirina hestên civakê de hate nîqaşkirin.

Her wiha hate gotin ku divê rewşenbîr di vê qonaxê de bi roleke erênî rabin û rûdanên şoreşê belge bikin.

Piştre deriyê nîqaşê hate vekirin û rewşenbîran diyar kirin ku ew ê rola xwe bi awayekî çalaktir pêk bînin.