Kanala ROJAVA TV

HEVPEYMANA CIVAKÎ YA RÊVEBERIYA XWESER RASTÎ PÊŞWAZIYA GEL TÊ

Çalakvanê siyasî Ebdulqadir El- Hisên hevpeymana Civakî weke gaveke giring bi nav dike û diyar dike ku ew ji bo tevahiya Sûriyê dikare bibe nimûne.

Her wiha rojnamevan Yehya Elo jî dide zanîn ku hevpeyman ji bo pêkhateyên herêmê destkeftiyeke giring e.

Nîqaş û guftugoyên li ser Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

Piştî ku madeyên hevpeymanê di 12’ê vê mehê de hatin erêkirin û gihaştin ber destê civakê, xwîner made bi made pêdaçûnê dikin û nêrînên xwe li ser parve dikin.

Çalakvanên siyasî hevpeymanê weke gaveke giring bi nav dikin û diyar dikin ku ew ji bo tevahiya Sûriyê dikare bibe nimûne.

Her wiha rojnamevan jî didin zanîn ku hevpeyman ji bo pêkhateyên herêmê destkeftiyeke giring e.

Piştî ku encumena demokratîk a gelan Hevpeymana Civakî erê kir, niha Rêveberiya Xweser bi tevahî derfet û hêza xwe hewl dide hevpeymanê praktîze bike û xebatên xwe didomîne.