MAZLÛM EBDÎ LIDARXISTINA KONGREYA 4’AN A MSD PÎROZ KIR
Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî di 4’emîn kongreya MSD’ê de diyar kir ku, Aliyên Sûrî nekarîn aloziya Sûriyê çareser bikin, MSD jî alternatîfa rastîn e.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peyameke bi dîmen ji kongreya 4’an a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê re şand.
Mazlûm Ebdî xebatên MSD’ê û rola wan ya yezkirina aliyên sûrî girîng nirxand.
Her wiha diyar kir ku MSD ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gavên girîng avêtine û bûye lêvegera rasteqîn a Sûriyan.
Ebdî got, Aliyên Sûrî nekarîn aloziya Sûriyê çareser bikin, MSD jî alternatîfa rastîn e.
Mezlûm Ebdî bi berdewamî behsa xebatên MSD’ê kir û serkeftin ji bo kongreya wê ya 4’emîn hêvî kir.