Kanala ROJAVA TV

4’EMÎN KONGREYA MSD’Ê LI REQAYÊ BI RÊVE DIÇE

Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê îro 4′emîn Kongreya xwe bi beşdarbûna 400 delegeyan dest pê kir.

Kongre bi dirûşma “Yekitiya sûriyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye” li xwaringeha Erd El Seîda ya Reqayê dest pê kir û dê rojekê dewam bike.

Ji Nûnerên MSD’ê yên li Sûriyê û derveyî welat 400 delege beşdar bûn.

Kongre bi gotina destpêkê ya Hevserokatiya MSD Emîne Umar û Riyad Derar dest pê kir.

Paşê axaftin ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî, Hevserokê Meclîsa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser û Meclîsa Jin a Sûriyê ve hat kirin.

Di kongreyê de dê sazûmaniya MSD′ê, belgeya siyasî ya MSD′ê, nexşeya wê ya siyasî û rêzikname werin nîqaşkirin. Her wiha dê Meclisa giştî ya MSD′ê were avakirin û hevserokatiya nû were hilbijartin.