Kanala ROJAVA TV

OLDARÊN REQAYÊ PÊŞWAZIYÊ LI HEVPEYMANA CIVAKÎ YA RÊVEBERIYA XWESER DIKIN

 

Oldarên kantona Reqayê pêşwaziyê li Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser dikin û diyar dikin ku Hevpeyman di berjewendiya gelê herêmê de hatiye sazkirin.

Her wiha didin zanîn ku ew ê ji bo mayîndekirina pergala bihevre jiyanê, xebatên xwe berfirehtir bikin.

Nirxandin û analîzên li ser Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in û rastî pêşwaziyeke germ tê.

Hevpeymana ku ji 4 bendên sereke û 134 madeyan pêk tê, mafên tevahî pêkhateyên herêmê pesend dike û pergala bihevre jiyanê serwer dike.

Oldarên herêmê pêşwaziyê li Hevpeymanê dikin û wê weke gaveke erênî û giring bi nav dikin.

Her wiha Oldarên Reqayê diyar dikin ku bendên Hevpeymana Civakî di xizmeta pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine sazkirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku weke mûzaîka bihevre jiyanê tê naskirin, bi dehan pêkhate û baweriyên cuda, di bin sîbera projeya Neteweya Demokratîk bi hevre dijîn. Herçendî pergala netew- dewlet xwestiye wê yekê têk bibe, lê her li ser koka xwe şîn bûye.