HEVPEYMANA NÛ RASTÎ PÊŞWAZIYEKE GERIM A PÊKHATEYAN TÊ
Hevpeymana Civakî ya nû , rastî pêşwaziyeke germ a pêkhateyên herêmê tê.
Derbarê de, Berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ên bajarê Hesekê diyar kirin ku, hevpeymana nû dê bibe dengê tevahî netewên li herêmê û ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gavek erênî ye
Hevpeymana Civakî ya nû, bi nêrîna tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nîqaşkirin û ji aliyê Meclîsa Gelan a Demokratîk ve hat erêkirin.
Hevpeymana ku weke bingeh û nexşerêya xebatên Rêveberiya Xweser e, rastî pêşwaziyeke germ a pêkhateyên herêmê tê.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Remezan Fetah diyar kir ku erêkirina Hevpeymana nû ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gavek erênî ye.
her wiha endamê meclisa giştî ya PYD’Ê abdulxenî oso got, hevpeymana nû dê bibe dengê tevahî netewên li herêmê.
Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser xwe dispêre paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya Rêber APO û giringiyeke mezin dide azadiya jin, bawerî û parastina ekolojî û avakirina civakeke exlaq û polîtîk.