Kanala ROJAVA TV

MÎRASA ÇANDÎ YA BAJARÊ MINBICÊ BI PANELEKÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Minbicê bi panelekê mîrasa çandî ya bajarê Minbicê pênase kir û rêbazên parastina wê jî şîrove kirin.

Bi dehan endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Minbicê, partiyên siyasî û Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê li nivîsgeha Mihemed Xizêl a bajêr beşdarî panelê bûn.

Di panêlê de, hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yûsif axivî û diyar kir ku parastina kultûrê girêdana mirovan ya bi civak û nasnameya wan ya niştîmanî ve xurt dike.

Her wiha hate gotin ku Armanca semînerê xurtkirina girêdana çandî û pêşxistina girîngiya parastina nasnameya niştîmanî ye.

Panêl bi nîqaşên beşdaran, bi dawî bû.