Kanala ROJAVA TV

HEVPEYMANA CIVAKÎ RASTÎ PÊŞWAZIYEKE GERM A PÊKHATEYÊN HERÊMÊ TÊ

Hevserokê Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê Ebdilwehab Şêxo diyar dike, ji bo parastina şûnwarên dîrokî hevpeymana Civakî gaveke gelekî giring e.

Her wiha serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Ehmed Şe’iban jî dide zanîn hevpeymaniya civakî derfetên mezin li pêşiya qada siyasetê vedike.

Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 134 madeyan pêk tê, yek bi yek li ser tevahî qadan radiweste û mafên wan destnîşan dike.

Hevpeymana ku weke bingeh û nexşerêya xebatên Rêveberiya Xweser e, rastî pêşwaziyeke germ a temamê pêkhateyên herêmê tê.

Hevserokê Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê Ebdilwehab Şêxo diyar dike, ji bo parastina şûnwarên dîrokî hevpeyman gaveke gelekî giring e.

Her wiha serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Ehmed Şe’iban jî dide zanîn ku hevpeymaniya civakî derfetên mezin li pêşiya qada siyasetê vedike.

Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser xwe dispêre paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya Rêber APO û giringiyeke mezin dide azadiya jin, bawerî û parastina ekolojî û avakirina civakeke exlaq û polîtîk.