BI HATINA ZIVISTANÊ RE AZARÊN KOÇBERAN ZÊDETIR DIBIN
Têkildarî rewşa koçberên di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Serokê Nivîsgeha Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rojava TV re diyar kir ku, Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyê dide koçberan. lê dorpêç û êrîşên li dijî herêmê rewşa kampan zehmet dike.
Li herêmên Rêveberiya Xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kampên fermî hene.
Ji wê hejmarê bi tenê Neteweyên Yekbûyî alîkariyê pêşkêşî 5 kampan dike û yên din jî Rêveberî bi barê wan radibe.
Bi hatina demsala zivistanê re, azarên koçberan zêdetir dibin.
Têkildarî mijarê, Serokê Nivîsgeha Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rojava TV re diyar kir ku, tevî rewşa herêmê dîsa Rêveberiya Xweser alîkariyê dide koçberan.
Her wiha Şêxmûs Ehmed da zanîn ku, dorpêç û êrîşên li dijî herêmê rewşa kampan zehmet dike.
Li herêmên Rêveberiya Xweser zêdetirî milyonek koçber û penaber hene.
Rêveberî tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya li dijî herêmê li gorî derfetên xwe hewl dide pêdiviyên koçberan bi cih bîne.