JI BO NÎQAŞKIRINA MAFÊN MIROVAN LI REQAYÊ PANELK HAT LIDARXISTIN
Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê û desteya Jin a Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina rewşa jin û mafên mirovan panelek li Reqayê li dar xist.
Panel bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî bi dirûşmeya ”Azadî, mafên mirovan û misogerkirina parastina civaka exlaqî û siyasî” hat lidarxistin.
Panel li ser du rûniştinên sereke hate dabeşkirin û tê de behsa roja cîhanî ya Mafên Mirovan hate kirin.
Her wiha mijarên weke binpêkirinên li Sûriyê û parastina mafên jin û zarokan hate nîqaşkirin.
Beşdarên panelê jî nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser parastina mafên tevahî beşên civakê kirin.