ENCUMENA JIN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI REQA PANELEKÊ LI DAR DIXE
Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê û desteya Jin a Rêveberiya Xweser li bajarê Reqayê panelek bi diruşmeya” Azadî, mafên mirovan û misogerkirina parastina civaka exlaqî û siyasî” organîzkir.
Di panelê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser , encumena sivîl a Reqayê û rêxistinên civaka sivîl beşdarbûn.
di panelê de axavtin hatin kirin û têde destnîşan bi rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgriya jinan di tevahî qadan de hat kirin.
Panel 2 rûniştinan di nava xwe de digre ya yekem girîngiya
Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, ya duyem jî binpêkirinên li Sûriyê. dê bêne nîqaşkirin.
piştî her du mijar werin nîqaşkirin dê panel bi encamnameyekê bi dawî bibe