Kanala ROJAVA TV

CIVÎNA ENCUMENA GIŞTÎ YA TÊKILDARÎ HEVPEYMANA CIVAKÎ BIRÊVE DIÇE

Encumena Giştî ya rêveberiya xweser civîna xwe ya 91’ê li dar dixe û dê di civînê de jî hevpeymana civakî bikeve dengdanê.
Îroj sibehê Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 91′an bi beşdariya Desteya Serokatiya Encumena Giştî, nûnerên encumenên zagonsaz ên her heft Rêveberî û Encumenên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li avahiya Rêveberiya Xweser dest pê kir û çave rêye di civînê de Hevpeymana Civakî bikeve dengdanê.
Civîn bi xwendina danezana têkildarî çawaniya sazkirina hevpeymanê û şêwazên dengdayînê ji aliyê cîgirê Hevserokatiya encumena Giştî Yasir El Silêman ve dewam dike.
Tê payîn ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî were xwendin û bendên wê yek bi yek bikevin dengdanê.