Kanala ROJAVA TV

LI MINBICÊ JI BO ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, Kombûna Jinan a Zenûbya li Minbicê komxebat û pêşengehek pirtûkan li dar xist.
Bi dehan Jinên bajarê Minbicê û kesayetên Siyasî tevlî komxebatê bûn.
Di komxebatê de hate gotin ku tecrîda girnkirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dijî zagonên navnetewî ne.
Her wiha jinan diyar kirin ku ew bang li rêxistinên mirovî dikin ku dosyaya tecrîdê ya li dijî rêber Apo bişopîne û tecrîdê bi dawî bike.
Komxebat bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.