Kanala ROJAVA TV

JI BER SERMAYA ZIVISTANÊ KOÇBERÊN MINBICÊ RASTÎ ZEHMETIYAN TÊN

Koçberên kampa Rojhilat ya Minbicê ji rewşa xwe ya jiyanî bêzar bûne û diyar dikin ku rêxistinên mirovî alîkarî li ser wan birîne.

Rêveberiya kampê jî dide zanîn ku ew li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêş dikin.

Piştî pêla baran û sermayê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ber xwe, rewşa kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirabtir bûye.

Ev kampa koçberan ya li bajarê Minbicê jî weke gelek kampên din ji pêdiviyên sereke yên jiyanê û alavên germkirinê bêpar e.

Koçber ji rewşa xwe ya jiyanî bêzar bûne û diyar dikin ku rêxistinên mirovî alîkarî li ser wan birîne.

Her wiha rêvebirê kampa rojhilat ya Minbicê dide zanîn ku ew li gorî derfetên xwe, alîkariyan pêşkêşî koçberan dikin.

Li kampên koçberiyê ji bilî alîkariyên Rêveberiya Xweser rêxistinên din bi awayekî sînordar alîkariyan pêşkêş dikin ku bi gotina koçberan ev yek barê wan girantir dike.