PDPK-S ‘Ê 16’EMÎN KONGREYA XWE LI AMÛDÊ LIDAR XIST
Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê îro ji bo nîqaşkirina kar û xebatên xwe, 16’emîn kongreya xwe li Amûdê lidar xist.
Kongir bi dirûşma” Demokratî ji Sûriyê re, û mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re li Sûriyê” li hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar ket.
198 nûner ji wan 14 Endamên Partiyê yên Başûrê Kurdistanê ne, her wiha Şêx û Rûspî û Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.
Kongir bi deqeyek rêzgirtin û srûda netewî ya Kurdî destpêkir.
Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiyê Ehmed Silêman li darxistina kongreyê li beşdaran pîroz kir û diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyek demokratîk û bidestxistina tevahî mafên kurda ye.
Piştî axaftinan , kar û xebatên partiyê hatin nîqaşkirin .
Biryare Kongre 2 rojan dewam bike û bi pêşinyar û hilbijartinan bi dawî bibe.