ŞEHÎD RONÎ WELAT BI MERASÎMEKE BI HEYBET HATE OXIRKIRIN
Bi hezaran xelkên Kantona Qamişlo Cenazeyê Şehîd Ronî Welat ku 5 vê mehê li Dêra Zorê Şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxa, Oxir kirin .
Di merasîmê de Xelkên Qamişlo, Endamên Saziyên Sivîl, Encumena Malbatên Şehîdan, PYD û QSD amade bûn .
piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê hêzên sûriya demokratîk QSD, Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û Malbata Şehîd ve hatin kirin .
Axêvera gotin Şehîd Ronî sembola vî welatî ye, gelek salan li dijî tevahî şêweyên terorê şer kir û canê xwe feda kir .
Her wiha Soza Şopandina Rêya tevahî şehîdan û parastina Destkeftiyên wan dan .
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
cenazeyê şehîd di bin diruşmeyên şehîd namirin de û bi tilîliyên dayikan, hate oxirkirin.