OFÎSA JIN DI DESTEYA ŞAREDARIYAN DE CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST
li bajarê Qamişlo Ofîsa Jin di Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê de civîna xwe ya salane li dar xist û civîn bi encamnameyên girîng bi dawî bû .
Di civînê de bi dehan endamên jin, hevserokên hemû şaredariyan ên li ser asta herêma Cizîrê û endamên Kongreya Star a kantona Qamişlo, amade bûn .
Her di civînê de nîqaş li ser xebatên salane yên Ofîsa Jin hate kirin .
Civîn bi gelek encaman bi dawî bû mîna pêşxistina xebatên jinan di şaredariyan de, vekirina perwerdeyan ji bo jinan, şopandina projeyên jinan ên hatine pêkanîn û pêkanîna projeyên nû.