Kanala ROJAVA TV

DORPÊÇA GIRAN A HIKUMETA ŞAMÊ YA LI DIJÎ ŞEHBAYÊ DIDOME

Derbarê dorpêça Hikumeta Şamê ya li dijî kantona Şehbayê û binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî, hiqûqnas û siyasetmedaran, diyar dikin ku armanca dewleta tirk koçberkirina xelkê herêmê ye û tunekirina nasnameya kurdan e.

Ji 18’ê adara 2018 ve dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe li bajarê Efrînê sûc û kiryarên dermirovî pêk tîne.

Li gel sûc û binpêkirinên li Efrînê, hikumeta şamê dorpêçeke giran li dijî koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin û li benda vegerêne disepîne.

Têkildarî vê yekê, Çalakvanê Hiqûqî Ibrahîm Şêxo beşdarî bernameya me Rava bû û diyar kir ku, armanca Hikumeta Şamê ji dorpêçê koçberkirina xelkên li şehbayê ye .

têkildarî planên dewleta tirk ên guhertina demografiya efrînê Endamê Navenda Rojava a Lêkolînên Stratîjîk Sîpan Xelef destnîşan kir ku , armanc pêkanîna mîsaqa milî ye.

Li aliyekî din Endamê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Tariq Hemo anî ziman ku, Tirkiyê bi guhartina demografîk re dixwaze yekîtî û statuya kurdan têk bibe.

Li gorî bîlançoya meha mijdarê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di nava mehê de li Efrînê ,33 welatî hatine revandin, Avahiyeke mêtingeriyê ya nû hatiye avakirin, avahiyeke mêtingeriyê jî hatiye berfirehkirin, Bi sedan darên zeytûnan hatine birîn û mewsimê wan jî hatiye dizîn.