INSIYATÎVA GEL A MINBICÊ DAXWAZA ŞKANDINA TECRÎDÊ DIKE
Insiyatîva Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bajarê Minbicê îro bi daxuyaniyekê banga şikandina tecrîdê û aşkerekirina rewşa tendrustî ya Rêber APO kir.
Insiyatîva Gel di daxuyaniya xwe de got, tecrîda giran a li Îmraliyê û qedexeya hevdîtina bi Rêber APO re fikarên wan zêde dike, bi taybet ev çend car in erdhej rû dide û tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin.
Insiyatîvê bang li Civaka Navnetewî û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku di zûtirîn dem de bikevin tevgerê û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo rawestînin.
Insiyatîva Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bajarê Minbicê di dawiyê de banga şikandina tecrîdê kir û tekez kir ku, heta Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad nebe ew ê ji çalakiyên xwe paşde venekşin.