Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO RÊXISTINA NÛDEM JI BO KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET ŞAHIYEK LI DAR XIST

Bi boneya Roja xwedî pêdeviyên Taybet a Cîhanê, Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Nûdem a xwedî pêdiviyên Taybet şahiyek li Qamişlo li dar xist.

Şahî li Navenda Êriş a li avahiya Heyva Sor a Kurd a li Qamişloyê bi amadebûna Zarok û malbatên wan hat li dar xistin.

Di şahiyê de bernameyên hunerî û şano hatin pêşandan.

Têkildarî şahiyê, berdevka Rêxistina Nûdem Davyan Mehmûd ji Rojava Tv re destnîşan kir ku armanca wan ji şahiyê şadkirina zarokan û tevlêkirina wan di nava civakê de ye.

Di dawiya şahiyê de, diyarî li zarokan hatin belavkirin.