Kanala ROJAVA TV

TIRKIYE LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ GUHERTINA DEMOGRAFÎK DIDOMÎNE

Sûcên dermirovî li Efrîna dagirkirî bidawî nebûne, û ji ber bêdengiya li hember van sûcan roj bi roj zêdetir dibin .

Rêvebera Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Meryem Cindo diyar kir ku Dewleta Tirk siyaseta çewsandinê li dijî şêniyên resen dide meşandin .

Dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên qirkirinê li heremên dagirkirî didomîne .

Dagirkeriya dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî hemû rêbazên li dijî Zagonên navneteweyî bi kar tîne .

Bi armanca guhertina Demografiya Kantona Erfîn, Dewleta Tirk niha xelkê Filistînê li efrîna dagirkirî bi cih dike .

Rêvebera yekîtiya êzdiyên efrînê Meryem Cindo tekez kir ku tikiyê bi armanca koçkirina gel û guhertina demografîk her cûre sûcan li herêmê pêk tîne.

Meryem Cindo anî ziman ku Dewleta Tirk siyaseta çewsandinê li dijî şêniyên resen dide meşandin .

Rêvebera yekîtiya êzdiyên efrînê Meryem Cindo bêdengiya civaka navnetewyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û ew berpirsa sûcên li Efrînê, dît.