KILUPA SIWARAN YA REQA DESTKEFTIYÊ MEZIN DIGRE DEST
clupa siwaran a Reqa ku yek ji mezintirîn clupe li herêmê û beşdarî gelek şampyonan bûye, bi berdewamî ji bo parastin û pêşxistina çanda siwarbûna Hespên resen û xwedîkirina wan dixebite.
di sala 1984an de li bajarê Reqayê clupa siwaran hate damezrandin ku ji mezintirîn û kevintirîn klupên Rojhilata navîn e û bi qad,rê ,siwar û hespên xwe navdar e.
siwarbûna hespan li Reqa beşek sereke ji jiyana xelkên bajêr e.
xelkên herêmê ji bo parastina çand,kultur û reseniya bajêr , serî li clupên siwaran dibin.
perwerdekarê clupa siwaran a Reqayê bi van gotinan behsa pêşketina clupê dike.
ji rêveberên clûba Siwaran li Reqayê Macid El-Salih got ew li ser asta navdewletî beşdarî gelek festîvalan bûne û astên bilind bidestxistin.
Şer û dagirkirina bajêr ji aliyê DAIŞ ve bandoreke neyinî li kar û xebatên Clupa siwaran kir lê piştî rizgarkirina bajêr, Klûba Siwaran dîsa Navûdeng û beşdarbûna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xist.