Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA JINAN PANELEK HAT LIDARXISTIN

Yekîtiya Endezyarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi panelekê rewşa jinan ya li herêmê nîqaş kir.
Panel bi beşdariya bi dehan endezyaran, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl li Reqayê hat lidarxistin.
Di panêlê de destpêkê geşedanên siyasî yên dawiyê û bandorên wê yên li ser jinan hatin nîqaşkirin.
Her wih rewşa jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin, bûne mijarên sereke yên nîqaşê.
Piştre deriyê gotûbûjê li pêşiya beşdaran hate vekirin. Beşdaran nêrîn û pêşnîyarên xwe yên ji bo başkirina rewşa jinan vegotin.