NAVENDA NEXWEŞÊN PENCEŞÊRÊ YA LI REQAYÊ BARÊ NEXWEŞAN SIVIK DIKE
Komîteya Tendrustiyê ya Reqayê îsal ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê , navendeke bê pere ya dermankirinê vekir.
Nexweşên penceşêrê ku serdana navendê kirine dibêjin, vekirina navendê barê wan sivik kir.
Rêveberiya Xweser li bajarê Reqayê ji bo birêxistinkirin û xizmetkirina xelkên bajêr, saziyên xwe yên sivîl aktîv dike.
Komîteya Tendrustiyê ya Reqayê îsal ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê , navendeke bê pere ya dermankirinê vekir.
Di navendê de nexweş tên pêşwazîkirin, dermanên pêwîst ji bo wan tê pêşkêşkirin.
Berpirsê Navenda nexweşên penceşêrê Zêd El-Zêd diyar kir ku, ew hewil didin tevahî pêwistiyên nexweşan pêk bînin.
Li gorî Berpirsê Navenda nexweşên penceşêrê ya li bajarê Reqayê, piştî ku nexweş ji penceşêrê rehet dibin, ji bo piştrastkirina rewşa wan a tenduristî, sê mehan di bin çavdêriya bijîşkî de dimîn in.