Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÊ BANGA AZADIYA RÊBER APO DIKIN

Endamên encumena navçeya fafîn ya kantona şehbayê tecrîda li dijî rêber abdullah ocalan şermezarkirin û banga şikandina tecrîdê kirin.

Her wiha daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber apo kirin.

Li pêşiya çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî, Dewleta tirk a faşîst 25 salin tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah ocalan ferzkiriye û bi hinceta hebûna cezayên displînî ceza li dû ceza li rêber apo dibire.

Li dijî girankirina tecrîdê gelên azadîxwaz ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo di nava liv û tevgerê de ne.

Endamên encumena navçeya fafîn a kantona şehbayê ji rojava tv re gotin ku armanca dijmin ew e ku gel ji fikrê rêber apo qutbike.

Her wiha anîn ziman ku dewleta tirk nahêle ne memalbat ne jî perêzer bi rêber apo re hevdîtinê bikin.

Rêber abdullah ocalan sala 1999 an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin, 25 salin rêber apo di nava tecrîdê deye û her ku diçe tecrîd girantir dibe.