Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ABORÎ FIRNEYA TIŞRÎN A LI REQAYÊ SERERAST DIKE

Komîteya Aborî ya bajarê Reqayê di çarçoveya planên xwe yên sala 2023’yan de firneya Tişrîn ji nû ve sererast dike.
Komîteya Aborî ya Encumena Sivîl a Reqayê xebatên pêkanîna planên xwe yên sala 2023’an didomîne, ji wan xebatan jî sererastkirina firneya Tişrîn a bi rûbera 3 hezar û 700 metre ye.
Komîte di nava xebatên sererastkirinê de, kanalîsazyon û cihên paqijiyê sererast dike. Her wiha bi keviran jî cihên kolandî tijî dike.
Li gorî Komîteya Aborî ya Encumena Sivîl a Reqayê wan ji sedî 60 xebatên sererastkirinê bi dawî kirine.
Berpirsê projeya sererastkirina firneya Tişrîn Mihemed Şeham ji Rojava TV re behsa makanîzmeya projeyê kir.