Kanala ROJAVA TV

KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK GIRINGIYA PÊNGAVA AZADIYÊ NÎQAŞ KIR

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo nîqaşkirina pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO, bi oldarên Dêrikê re li Rimêlanê civînek li dar xist.
Bi dehan oldarên Dêrikê, saziya olî û endamên kongreya Îslama Demokratîk beşdarî civînê bûn.
Di civînê de girngiya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate nirxandin.
Her wiha hate gotin, ew weke oldar ji erk û berpirsyariya wan a sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.
Piştre oldaran nêrînên xwe bi parve kirin û piştevaniya xwe ya ji bo pêngava cîhanî piştrast kirin.