Kanala ROJAVA TV

BANGÊN DERXISTINA PKK JI LÎSTEYA “RÊXISTINÊN QEDEXE” DIDOMIN

Endamê Rêveberiya Navenda NRLSê Rakan Şêxê têkildarî biryara Japonyayê ya derxistina PKK ji lîsteya ′′rêxistinên qedexekirî” ji RojavaTV re nirxandin kir û tekez kir ku ev biryar girîng e

Her wiha Rakan Şêxê diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê PKK, lê belê hebûna Kurdan bi giştî napejirîn e.

Li tevahî cîhanê Kurdistanî û dostên wan ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê di nava çalakiyan de ne û asta têkoşîn bilind dikin.

Hemwextî salvegera 45 a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê jî Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê 28 meha borî li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku PKK′ê ji lîsteya “rêxistinên qedexe” derxistiye.

Li ser mijarê Endamê Rêveberiya Navenda Rojava Ya Lêkolînên Isteratîjîk Rakan Şêxê ji RojavaTV re got: biryara Japonyayê ya derheqê PKK da girîng e.

Her wiha Rakan Şêxê anî ziman ku dewleta Tirk ne tenê PKK, lê belê hebûna Kurdan bi giştî napejirîn e

Partiya Karkerên Kurdistanê bi armanca azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê 45 sal in têdikoşe.

lewma li seranserî cîhanê banga derxistina pkk ji lîsteya terorê tê kirin û bi vê armancê bênavber çalakî têne li dar xistin.