DORPÊÇA LI DIJÎ ŞEHBAYÊ RÊ LI BER KARESETÊN MIROVÎ VEKIRIYE
Rewşa koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, ji ber dorpêça Hikumeta Şamê her ku diçe xetertir dibe û herêm ber bi Kareseteke mezin ve diçe .
Koçberên Efrînê banga rakirina Dorpêçê dikin .
Ji sala 2018’an ve û heta niha koçberên Efrînê li kantona Şehbayê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dikin.
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker rewşa Koçberan her ku diçe xetertir dibe .
hikumeta Şamê rê nade ku pêdîviyên sereke ên jiyanî derbasî şehbayê bibin.
ji ber dorpêçê piraniya saziyên xizmetguzariyê ji kar derketine, li aliyekî din jî proseya xwendinê hatiye rewstandin.
Koçberên Efrînî bang li Civaka Navdewletî û Rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyên pêwîst ji bo wan pêşkêş bikin û dorpêçê bi dawî bikin .