Kanala ROJAVA TV

2.EMÎN KONFERASA WÊNEKÊŞÊN FOTOGRAFÎ YÊN SÛRIYÊ LI DAR KET

Komelgeha Wênekêşên Fotografî yên Sûriyê îro li bajarê Qamişlo konferansa xwe ya 2 emîn li dar xist.

Konferans bi dirûşma ” Di bin banê wênekêşiyê de rastiya jiyanê derxin pêş” li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin.

Bi dehan Endamên Saziyên Sivîl, Endamên Komelgeha Wênekêşên Fotografî yên Sûriyê û Rojnemevanên li herêma Cizîrê beşdar bûn.

Di Konferansê de li ser navê Komelgehê Ehmed Mardinlî behsa rola wênekêşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeyên wan ên ji bo pêşxistina wênekêşan kir.

Her wiha Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV_DEM Xerîb Hiso behsa girîngiya raghandinê di civaka Herêmî û Navdewletî kir.

Piştî axaftinan navê Komelgehê bû Yekîtiya Wênekêşên Fotografî yên Sûriyê.

Her wiha Ehmd Mardinlî û Şêrîn Biro weke hevserokên Yekîtiyê hatin hilbijartin.