Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO KONSERTEK HATE LI DAR XISTIN

Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê di çarçoveya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de, konsertek li darxistin.

Konsert bi dirûşma” em ê bi hemû hunera xwe tecrîdê têk bibin û rêberê xwe fîzikî azad bikin” li navenda çand û huner a Baqî Xido li dar ket.

Bi dehan Endam û Rêveberên Saziyên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl beşdar bûn.

Di Konsertê de axaftin hatin kirin û hate diyar kirin ku , ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê her di nava çalakiyan de bin.

Piştî axaftinan, helbest, stranên şoreşgerî û stranên ji bo Rêber Apo ji aliyê komên hunerî ve hatin pêşkêşkirin.