Kanala ROJAVA TV

JI BO AZADIYA RÊBER APO CIWANAN DEST BI MEŞA DIRÊJ KIRIN

Bi sedan ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest bi meşeke dirêj ku ji Qamişlo heta Dêrikê dewam bike, kirin.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi sedan ciwan li ber stada Şehîdên 12`yê Adarê ya li Qamişlo kom bûn û dest bi meşê kirin .
Meş dê 3 rojan dewam dike ,û tê de dê çalakiyên cihêreng li her navçe û bajarokên ku tê re derbas bibin, hebin .
Dê meş bi çalakiya protestokirinê di 1`ê Kanûnê de li bajarê Dêrikê bi dawî bibe .