Kanala ROJAVA TV

HIKÛMETA ŞAMÊ KANTONA ŞEHBAYÊ BI DIJWARÎ DORPÊÇ KIRIYE

Koçberên Efrînî yên ku li kampên Şehbayê dijîn, diyar dikin ku ji ber girankirina dorpêçê ew bi zehmetî pêdiviyên jiyanî dabîn dikin.
Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û dorpêçê rakin.

Ev dîmenên herî dawiyê yên kampên koçberên Efrînî yên li Şehbayê ne. Dorpêça Hikûmeta Şamê bandoreke neyînî li jiyana koçberan kiriye.

Ev çend roj in dubare Hikûmeta Şamê bi dijwarî kantona Şehbayê dorpêç kiriye û nahêle keresteyên jiyanê yên sereke derbas bibin.

Koçberên Efrînî ji Rojava TV re bi van gotinan behsa azar û astengiyên xwe dikin.

Her wiha koçberên Efrînî bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û dorpêçê rakin.

Firqeya 4’an a ser bi Hikûmeta Şamê ve rêbendên xwe asê dike û dorpêçê li ser zêdetirî 150 hezar mirovî ku piraniya wan koçberên Efrînî ne, giran dike.