Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA RÊVEBER A TEBQA BI ŞÊX Û RÛSPIYAN RE CIVIYA

Bi druşma “xurtkirina eniya hundrîn ji bo bidestxistina armancên neteweya demokratîk û parastina destkeftiyan ” Encumena Rêveber a Tebqa bi hevkariya Encumena Rûspiyan bi Şêx û Rûspiyên eşîr û xelkên Tebqa yê re civiyan.
Civîn li hola çand û hunera bajêr hate lidarxistin û têde hevgirtina pêkhateyên herêmê, şerê taybet û çawaniya rêgiriya li ber wê û berxwedana li hember êrîşên li dijî herêmê hate nîqaş kirin.
beşdaran teqezî bi domandina berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşê kirin.
Endamê Encumena rûspiyên Tebqayê Hesen El-Xemrî diyar kir ku bi xurtkirina Eniya navxweyî, dê planên li dijî herêmê werin şkandin û destkeftiyên gelê herêmê werin parastin.