Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO BI GIRSEYEKÊ DAMEZIRANDINA PKK’Ê PÎROZ KIRIN

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo salvegera damezirandina PKK bi girseyeke mezin pîroz kirin.
Pîrozbahî li Parka azadî ya li taxa Hilêliyê hat lidarxistin.
Di şahiya pîrozbahiyê de, salvegera damezirandina PKK′ê li Rêber APO û welatparêzan hat pîroz kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku, Bi PKK′ê re gelê Kurd toza bi hezarên salan a koletiyê rakir û rêya berxwedan, têkoşîn û rêxistinê hilbijart.
Piştî axaftinan, komên stran û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin, her wiha Hunermend Nesrîn Botan û Hesen Dêrikî jî stran gotin.
Parka Azadî