Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ DIBISTANA EL REŞÎD YA HERÎ KEVNAR HATE VEKIRIN

Li Reqayê dibistana Seretayî ya El Reşîd ya herî kevnar piştî sererastkirinê bi şahiyekê hate vekirin.

Dibistina El Reşîd dibistana herî kevnar a bajêr e ku di sala 1957`an de hatiye avakirin, lê ji ber şerê DAIŞ’ê wêran bibû.

Rêveberiya Xweser jî bi rêya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê dibistan sererast kir û îro bi şahiyekê vekir.

Şahî bi amadebûna endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Encumena Sivîl a Reqayê û mamosteyên Reqayê hat lidarxistin.

Dibistan ji aliyê hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Zelîxa Ebdî ve hate vekirin.