Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ SEMÎNERKE HIŞYARIYA JI HIŞBIRÊ HATE LIDARXISTIN

Li Reqa yê bi sponseriya desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hevkariya Rêxistina Sewa’id El-Furat, semînereke hişyariyê li ser madeyên hişbir hate lidarxistin.
Di semînerê de bikaranîna madeyên hişber û bandorên wê yên neyînî li ser tendurstî,dirûnî , civak , û rêbazên dermankirin û pêşîlêgirtinê hatin nîqaşkirin.
beşdaran bal kişandin ser xeteriya hişbirê li ser jiyan û mejiyê mirovan û çawa dijmin madiyên hişbirê weke şer li dijî mirovan bi kar tîne taybet li ser ciwanan.
Her wiha têde hate gotin, divê tevahî sazî û dezgeh ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişber çalakî û semîneran li dar bixin.