HIKÛMETA ŞAMÊ DORPÊÇA LI DIJÎ ŞEHBA BI HATINA ZIVISTANÊ RE GIRANTIR KIRIYE
Bi hatina Demsala Zivistanê re, Êş û Azarên Koçberên Kampa Berxwedan a şehba Girantir dibin.
Koçberên kampa Berxwedan diyar kirin ku ji ber dorpêçê ew ji pêdiviyên jiyanî yên sereke bê par mane.
Bi hatina Demsala Zivistanê re, Hikûmeta Şamê dorpêça xwa ya li ser kantona Şehba girantir kiriye û nahêle ne sotemenî ne derman ne jî pêwîstiyên jiyanî derbasî kantonê bibin.
Ji ber dorpêça heyî kantona şehbayê bi giştî û kampên girêdayî wê 4 rojin bê kehrebe û alavên germkirina û parastina ji serma zivistanê mane.
Rêveberê şaredariya kampa Berxwedan jî dibêje dorpêça Hikumeta Şamê karê xizmetê li kampê asteng dike û ew li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dikin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ji ber dorpêça Hikumeta Şamê û nebûna sotemeniyê biryara rawestandina perwerdeyê da.