BI DERKETINA PKK’Ê RE, HEBÛNA KURDAN HATE PARASTIN
welatparêzên bajarê Qamişlo derbarê 45emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan ji RojavaTV re gotin: Bi derketina PKK re, hebûna Kurdan hate parestin.
Bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan 27ê Mijdara sala 1978an li gundê Fîsê yê ser bi navçeya Licê li Bakurê Kurdistanê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bi gotina Kurdistan mîtîngeh e hate damezrandin.
Ji wê demê heta îroj ev 45 sal in PKK ji bo azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê li dijî dagirkeran berxwedaneke dîrokî dide meşandin.
Yek ji kesên ku karê cebhewî ji bo piştgiriya PKK di salên 80ê de li bajarê Qamişlo dikir Şêro Şero ji RojavaTV re got: PKK berhema 29 serhildanên Kurdan e.
Dagirkeriya Tirk ji bo tunekirina PKK bi bikaranîna her cur çek taybet çekên qexekirî yên Kîmyewî êrîşî gerîlayên li çiyayên Kurditanê dike
Mihemed Abdî bavê Şehîd Serdem Agirî yê ku sala derbasbûyî di encama êrîşên kîmyewî de şehîd bibû tekez kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî vîna kurdan naşkîne
her çiqas êrîş û gefên dewleta tirk li dijî partiya karkerên kurdistan zêde bûn lê têkoşîn , berxwedan û doza xwe bernedan û gelê herêmê jî bi vê baweriyê li ser heman xetê dimeşin û piştgiriyê didin partiyê.