Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN DENGÊ AZADIYÊ BILIND DIBE

Têkildarî 25’ê mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Hevseroka Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid ji Rojava TV re got, Rêveberiya Xwser li herêmê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan gavên girîng avêt.

Her sal bi boneya 25’ê mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, jinên li sersanserî cîhan û li çar aliyên Kurdistanê dadikevin qadan û li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin.

Têkildarî mijarê, Hevseroka Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid ji Rojava Tv re nirxandin kir.

Bêrîvan Xalid got, Rêveberiya Xweser li herêmê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan gavên girîng avêt.

Her wiha Bêrîvan Xalid diyar kir ku, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidesxistina mafên jin û pêşligirina li ber tundiyê, xebat dewam dikin.