BI BONEYA SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK’Ê AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA ŞAHIYEKÊ TÊ KIRIN
Bi boneya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê Li Qamişlo amedekariyê lidarxistina şahiyeke pîrozbahiyê tê kirin.
Xelkên Qamişlo û Malbatên Şehîdan jî ji bo pîrozkirina vê boneyê parka Azadî ya li bajêr amade dikin û doh Park bi wênyên Rêber Abdullah Ocalan, al û sembolên partiyê xemildanin.
Wê şahiya pîrozkirina salvegera partiyê ya îsal li Qamişlo roja 27’ê mijdarê demijmêr 3’ê nîrvro li parka Azadî bê lidarxistin.
Endama Komîteya Amedekar a Şahiyê Şemsîxan Gulo bi rêya RojavaTV bang li xelkê herêmê kir ku bi awayekî seferber û bi coş beşdarî şahiyê bibin.