JINÊN REQAYÊ 25’Ê MIJDARÊ LI TEVAHÎ JINÊN CÎHANÊ PÎROZ KIRIN
Rêveberên di kombûna jinan a zenûbiya ya bajarê reqayê de jî gotin wan bi saya projeya rêveberiya xweser gelek destkeftî bedest xistin.
Her wiha destnîşan kirin ku jinên herêmê xwe di hemû qadên jiyanê de isbat kirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê de rojane rêze çalakî tên lidarxistin.
Di çalakiyên 25’ê mijdarê de , rewşa jinan li herêmê û şêweyên tundiya li dijî jinê û çawaniya şkandina bendên li ser jinan têne nîqaş kirin.
bi boneya 25 ê mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan Jinên reqayê ji rojava tv re anîn ziman ku jinan bi saya projeya rêveberiya xweser gelek destkeftî bedest xistin .
Her wiha jinên reqayê anîn ziman ku bi saya fikrê rêber abdullah ocalan jin azad bû.
Hêjaye gotinê ye ku Ji bo 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 13’ê mijdarê ve rojane di nava tevgerê dene û çalakiyên girseyî li dar dixin.