PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI REQAYÊ TUNDIYA CIVAKÎ Û ABORÎ NÎQAŞ KIR
Encumena Jin a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî tundiya civakî û aborî ya li ser jinan, komxebatek li Reqayê li darxist.
Komxebat di çarçoveya çalakiyên 25’ê mijdarê de û bi dirûşmeya” li dijî hemû cûreyên dagirkirî û tundiyê…Jin Jiyan Azadî ” li bajêr li dar ket.
Nûnerên jin ên Tevger û Rêxistinên Jinan, Kongra Star û Partiyên Siyasî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de tundiya civakî û aborî ya li ser jinan û pêkanîna xweseriya jinan hatin nîqaîkirin. her wiha hat diyarkirin ku, ji bo avakirina civakeke demokratîk divê jin têkoşîna azadiyê bilind bike.
Komxebat bi encamname û hejmarek biryaran bi dawî bû.
Ji wan biryaran, bilindkirina asta têkoşînê ji bo bidawîkirina tundî û zilmê, hişyarkirina civakê li ser dozên jinan, berfirehkirina têkiliyên rêxistin û tevgerên jinan.