Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ MÊR LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN MEŞIYAN

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, mêrên herêma Firatê li bajarê Kobanê daketin qadan û li dijî tundiyê meşiyan.

Bi sedan mêrên herêma Firatê di bin dirûşmeya ‘Li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan.

Meş ji qada Şehîd Egîd dest pê kir û li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, axaftin hatin kirin û hate diyar kirin ku divê êdî li dijî hişmendiya serdest a dîrokî her kes dakeve qadan.

Piştre koma Hîlala Zêrîn û Koma Şano a Şehîd Yekta çalakiyeke çandî li dar xistin.

Meş bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.