Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA ROJA ZAROKAN A CÎHANÊ, LI KOBANÊ ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan li Herêma Firatê Bi diruşma “bi hev re em bi mafê zarokan rabin ji bo avakirina pêşerojeke ronî ” Şahiyek hate lidarxistin .

Şahî li eywana Firatê ya bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan rêveber, endamên deste, sazî û ofîsên girêdayî Rêveberiya Xweseriy a herêma Firatê her wiha Zarok û malbatên wan, hate lidarxistin .

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û Roja Zarokan a Cîhanê li zarokên cîhanê û hemû zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pîrozkirin.

Her di şahiyê de komên zarokan govend, şano û dîlan pêşkêş kirin .

Şahî bi belavkirina şîraniyê li ser zarokan bi dawî bû .