KOORDÎNASYONA JIN BI SEMÎNEREKÊ TUNDIYA LI DIJÎ JINAN NÎQAŞ KIR
Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê mijdarê, semînerek li bajarê Reqayê li dar xist.
Semîner bi beşdariya nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser û saziyên jinan, li hola civînan a Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
Di semînerê de, rewşa jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derfetên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê li pêşiya jinan vekirin, hatin nîqaşkirin.
Her wiha mijarên weke astengiyên li pêşiya jinan û çawaniya jinavbirina hişmendiya mêrperast jî bûne mijarên nîqaşê.
Di dawiyê de beşdarên semînerê nêrînên xwe vegotin û civîn bi pêşkêşkirina pêşnîyaran bi dawî bû.